Hêzên Îraqî hewleke nû ya xwevedizînê ya komek çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku ji Sûrîyayê berê xwe didan Îraqê têk birin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Sêşemê (15ê Kanûna Duyem) ragihand.
"Hêzên Îraqî du çekdar kuştin û çend çekdarên din birîndar bûn di pevçûnên bi komeke çekdar re ku hewl dida ji Dêra Zorê ya Sûrîyayê derbasî Îraqê bibe," fermandar Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.
"Pevçûn qewimî dema wan hewl da ku sînor derbas bikin û xwe ji hişyarîyan [ên hêzên ewlekarîyê] vedizin," wî got.
Wî got ku hêzên Îraqî du çekdar kuştin û çend birîndar kirin, û yên mayî neçar kirin ku bi paş de vegerin Sûrîyayê, û daxuyand ku tu wendahî di nav rêzên leşkerên Îraqî de tune ne.
Wî got ku ev sêyem hewla ji vê corê ye ji alîyê çekdarên DAIŞê ve di vê mehê de, ew hewl didin sûdê ji kêmîya bînahîyê di berbangê û nîvêşevê de wergirin, paş ku rewşa wan li Sûrîyayê pir xerab bûye.