Nûçeyên Iraqê

Turkîya dê "herêmeke ewleh" li Sûrîyayê ava bike paş pêwendîyeke bi Trump re

Serokkomarê Turkîyayê Receb Teyip Erdoxan Sêşemê (15ê Kanûna Duyem) ragihand ku Enqera dê "herêmeke ewleh" li bakurê Sûrîyayê ava bike,li gorî pêşinyara serokê Amerîkayê Donald Trump, AFP ragihand.

Axaftinên Erdoxan piştî rojekê ji pêwendîya bi rêya telefûnê bi Trump re hat, bi hewldana kêmkirina rûtengijînan piştî gefxwarina serokê Amerîkayê bi "wêrankirina" aborîya Turkîyayê eger Enqera êrîşî hêzên Kurdî bike.

Turkîya bi kêfxweşî vekişîna Waşontonê ji 2,000 leşkerên Amerîkî re ji Sûrîyayê, ku qewle pêk were, pêşwazî kir.

Erdoxan dîyar kir ku wî telefoneke "pir erênî" bi Trump re girêda êvara Duşemê, ku wî dîsan teqez kir ku "herêmeke ewleh bi kûrahîya 20 mîlan (30 Kîlometran) li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re... dê ji hêla me ve were çêkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500