Nûçeyên Iraqê

Şanderê nû bo Sûrîyayê dê xebatên navbênkarîyên yên NY vejîyan bike

Şanderê nû yê NY bo Sûrîyayê dest bi seredana xwe ya pêşîn bo Şamê Sêşemê (15ê Kanûna Duyem) kir, rûbirûyê erkekî pir zehmet dibe, ew jî vejîyandina danûstandinên aştîyê yên astender û serkeftin di wan cihên ku her sê şanderên berî wî di wan de bibinketin, AFP ragihand.

Geir Pedersen, ku ji Nerwêj e û di şûna Stafan de Mistura de ye, çaremîn navbênkar e ku weke şanderê NY bo Sûrîyayê tê erkdarkirin ji dema destpêka şer ve di sala 2011an de.

Dîplomatê biezmûn, 63-salî, hat dîtin dema ku ew derbasî hotêlekê li Şam dibû û tê payîn ku ew danûstandinan bi rayedarên mezin re encam bide, tevî ku tu bernameyeke fermî ya serdana wî nehatiye belavkirin.

Pedersen di medyaya civakî dewiha got "ez pir bi coş in ku civînên berhemdar li vir li dar bixim".

Rayedarên hikûmeta serokê Sûrîyayê Beşar Esed têkildarî destnîşankirina şanderê nû bi nermî axivîn, paş dengûbasên li dor destnîşankirina wî di Cotmeha sala par de.

"Sûrîya dê bi şanderê nû yê NY re Geir Pedersen hevahengîyê bike bi mercê ku ew xwe dûrî rêbazên selefê xwe yê berê bike" Cîgirê Wezîrê Derve Fêsel Miqdad ragihand, li gorî rojnameya Weten.

Pedersen hîna bi awayekî vekirî û eşkere li dor misyona xwe neaxivîye û ne xuyayî ye gelo ew dê çawa tev bigere.

De Mistura, yê ku di Cotmehê de ragihand ku ew dê ji ber "sedemên kesayetî xwe dûr bike", heyama xwe ya çar salî bi hewleke beravêtî ya pêkanîna komîteyeke dariştina makzagonekê bo qonaxa paş şer li Sûrîyayê bi dawî kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500