Nûçeyên Iraqê

NY: Zivistan 15 zarokên bêwar li Sûrîyayê dikuje

Pileyên germahîyê yên seqembar û kêmbûna pêdivîyên tenduristîyê herî kêm 15 zarokên bêwarên Sûrî di hefteyên dawî de kuştin, NY roja Sêşemê (15ê Kanûna Duyem) ragihand.

Rêxistina Zarokan a NY (UNICEF) got ku heşt ji wan ji ber cemedê li kampa Rukbanê, li başûr-rojhilatê Sûrîyayê, mirin û heft zarokên din gava ji asêgeha Hecînê ya tundrew, koç kirin mirin, AFP ragihand.

"Pileyên germahîyên yên seqembar û rewşên jîyanê yên dijwar li Rukbanê... jîyana zarokan pir dixin metirsîyê," birêveberê herêmî yê UNICEF Cîrt Kaplîyêr got.

Wî anî ziman ku "tenê di mehekê de, herî kêm heşt zarok -- piranîya wan kêmî 4 mehan in û biçûkê wan tenê temenê wî saetek e-- mirin."

Kaplîyêr dîyar kir ku cemeda li kampa bîyabanî ya îzolekirî, ya li ser sînorê Urdinî, ku niştecihên wê 45,000 in û %80 ji wan jin û zarok in, dihêle mirina dergûşan bilind bibe.

Sermaya ku li herêmê xist ew jî xwedî encamine xerab bû li ser kesên ku ji ber şer ji asêgeha bi navê Hecîn li rojhilatê Sûrîyayê direvin.

Şerekî giran li devera li nêzî sînorê Îraqê di navbera endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên bo dawîn paşmahîyên "xîlafetê" berxwedanê dikin û hêzên Kurdî bi piştgirîya balafirên hevpeymanîyê diqewime.

Li gorî NY, bêhtir ji 10,000 kes ji deverê revîyane ji Kanûna Yekem ve.

Kapîlyêr got ku "malbatên li ewlehîyê digerin rastî zehmetîyan tên gava ji devera şer derdikevin û bi rojan li ber sermeyê bê penageh an bê pêdivîyên sereke dimînin."

Wî anî ziman ku "geşta tirsnak û zehmet li paş xwe heft zarok mirî hiştin -- piranîya wan kêmî salekê bûn" li Hecînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500