Nûçeyên Iraqê

Pompeo: Amerîka bang bo avakirina "herêmeke ewle" dike bo parastina Turkîya û Kurdan

Wezîrê Derve ê Amerîkayê Mike Pompeo Duşemê (14ê Kanûna duyem) ragiand ku danûstandin berdewam kirin li dor pêşinyareke Waşintonê bo avakirina "herêmeke ewleh" li navçeyên bakur-rojhilatî yên Sûrîyayê, di demekê de ku alozî di navbera Turkîya û hêzên Kurdî de zêde bûne, li gorî AFP.

"Em dixwazin ku ewlehîya xelkên ku bi me re ''Dewleta Îslamî'' (DAIŞ) têk birin misoger be... û herwiha rê nedin terorîstan ku êrîşî Turkîyayê bikin," Pompeo ragihand.

"Em sînorekî ewleh bo hemû alîyan dixwazin," wî ji Riyadê wiha got, û eşkere kir ku Waşinton danûstandinan bi hemû alîyên pêwendîdar dike bo avakirina "herêmeke ewle".

Ev lêdwanên Wezîrê Derve rojekê paş hewlên Serokê Amerîkayê Donald Trump bo avakirina "herêmeke ewleh" bi ferehîya 30-kîlometran tên.

Wezîrê Derve yê Turk Mevlût Çavûşoglû Duşemê ragihand ku welatî wî "ne li dijî" avakirina "herêmeke ewleh e" li Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500