Nûçeyên Iraqê

Darizandina têkildarî êrîşa terorî ya li ser mozexaneyekê li Brukselê tê vekirin

Zilamekî Fransî ku tê gunehbarkirin ku wî çar bi guleyan kuştine li mozexaneyeke Cihûyan li Brukselê Pêncşemê (10ê Kanûna Duyem) pêşbirî dadgehê bû, li gorî AFP.

Mehdî Nemouçe, 33-salî, yê pêşberî dadgehê bûbû, dê rûbirûyî cezaya bihûrandina tevahîya jîyanê di zindanê de bibe eger hat tesbîtkirin ku wî li paytexta Belcîkî di 24ê Gulana 2014an çar kes bi xwîneke sar kuştin, paş vegera wî ji enîyên şer ên li Sûrîyayê.

Ew bi kuştina du geştyaran, xwebarek û pêşwazîvanekî mozexaneyê bi demançe û tifingê tê gunehbarkirin.

Nemouçe û Nacer Bendrer, 30-salî ye, ku hevkarê wî ye û ew jî fransîye, bi peydakirina çekan tê gunehbarkirin, bi hêminî rûniştibûn li darizandina ku li dadgeheke tawanan li Bruksilê di rêkarên ewlehî yên tund de bi rê ve çû.

Herdu kesan bê baldarî guhdar dikirin û dozgersn dest bi xwendina sûcnameyeke ji 200 rûpelan pêk tê kiribû.

Bêhtir ji 100 dîdvanan şehdebûna xwe di dadgehê de dabûn, û malbatên qurbanîyan û rayedarên civaka Cihû lê hazir bû, dibe dadgehkirin heta dawîya Sibat an jî destpêka Adarê bidome.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500