Nûçeyên Iraqê

Îraq çeperên DAIŞê li Sûrîyayê dike armanc

Kombûneke milîtanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat armanckirin li nêzî sînorê bajarokê Sûsayê li Sûrîyayê, ya ku heşt kîlo metran ji sînorê Îraqê dûr e, Fermandarîya Operasyonên Badîya û Cezîrayê ya artêşa Îraqî roja Înê (11ê Kanîna Duyem) ragihand.

"Bi hevahengî bi hevpeyamnîya navdewletî re, hêzên Îraqî topavêjên giran bi kar anîn da ku kombûneke DAIŞê li nêzî bajarokê Sûsayê li parêzgeha Dêra Zorê armanc bikin, li ser bingeha agahîne hewalgirî li dor niyaza encamdana çalakîne dijber ku dibe ewlehîya Îraqî armanc bikin," peyvdarê fermandarîyê muqedem Ehmed Obêdî wiha ji Diyaruna re got.

Obêdî dîyar kir ku "derbeyên topavêjê pir deqîq bûn, û hejmarek terorîst kuştin û bingeheke girîng wêran kirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500