Nûçeyên Iraqê

NY: 25,000 kes ji ber tundûtûjîya li rojhilatê Sûrîyayê direvin

Dora 25,000 kes ji tundûtûjîya zêdebûyî di şeş mehên dawî de li rojhilatê Sûrîyayê reviyane, NY Înê (11ê Kanûna Duyem) ragihand.

Piranîya şer li derdora Hecînê li parêzgeha Dêra Zorê diqewime, Hecîn jî bajarok dawî bû yê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li deverê berî ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) wê di Kanûna Yekem de rizgar bikin, AFP ragihand.

Komîsyona Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) got ku şer û pevçûnan û êrîşên asmanî 25,000 kes neçar kirin ku li penagehekê li kampan û kombûnên nefermî bigerin, paş bihûrandina çend şevan li biyabanê, li ber seqemê û bê av û xwarin.

Ajansê haydarî derbarê "zêdebûna hejmara qurbanîyan" li deverê da.

NY got ku hîna dora 2,000 kes li Hecînê asêmayî ne, û şer li wir didome.

QSD êrîşê dibe ser dawîn molgehan li asêgeha li jêr kontrola DAIŞê li hewdê Çemê Feratê.

Hevpeymana navdewletî, ya ku piştevanîya QSD li deverê dike, îro Înê eşkere kir ku wê dest bi vekişandina hêzên xwe kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500