Nûçeyên Iraqê

60 bombeyên bidestçêkirî li başûrê Felûcayê tên jihevxistin

Hêzên Îraqî 60 bombeyên bidestçêkirî di êrîşekê de ku ji hêla wan ve hat pêkanîn di heyama 24 saetan de dîtin, Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Enabrê yên Artêşa Îraq, lîwa Saed Herbîya roja Pêncşemê (10ê Kanûna Duyem) ragihand.

Wî anî ziman ku "hêzên Îraqî operasyoneke berfireh bo paqijkirin û teftîşkirina devereke ku rûbera wê bêhtirî 20 kîlo metran li Neîmayê, li başûrê Felaûcayê, qedand."

Herbîya dîyar kir ku wan 60 bombeyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li paş xwe hiştibûn dît.

Herbîya da zanîn ku "hinek ji wan hatin jihevxistin, û hineke din bi hatin wêrankirin."

Herbîya di konferanseke çapemenîyê de ku li Felûcayê hat lidarxistin got ku "hêzên ewlekarîyê dê hemû şopên DAIŞê paqij bikin û dê li veşartgehên teqemenîyên rêxistinê bigerin."

Wî ragihand ku "gelek gumanbar hatine girtin, û ew têkildarî çalakîyên wan yên terorîst di lêpirsînê de ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500