Nûçeyên Iraqê

Pompeo han bo bidawîkirina nakokîyên Rojhilata Navîn dide bo rûbirûbûyîna Îranê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mayk Pompeo roja Pêncşemê (10ê Kanûna Duyem) bang bo bidawîkirina nakokîyên Rojhilata Navîn kir, bo paşxistina bandora Tehranê û wî soza "derxistina dawîn leşkerê Îranî" ji Sûrîyayê da, AFP ragihand.

"Aniha dema bidawîkirina nakokîyên kevin e, ev yek di berjewendîya herêmê de ye," Pompeo di axaftinekê de li Qahîrayê got, di çarçoveya geşta wî ya li Rojhilata Navîn bi merema dilniyakirina alîgirên xwe têkildarî planên vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyayê.

Wî dîyar kir ku Amerîka "dê diplomasîyê bi kar bîne û bi hevkarên me re bo derxistina dawîn leşkerên Îranî" ji Sûrîyayê bixebite û dê piştgirîya xebatan bike "bo misogerkirina aştî û aramîyê ji xelkên Sûrîyayê re, yên ku gelekî êş kişandine".

Pompeo teqez kir ku hêzên Amerîkî dê ji Sûrîyayê derkevin, û got ku biryara Serok Donald Trump "a vekişîna hêzên me hat standin. Em dê vê yekê bikin. Em dê hêzên xwe, hêzên xwe yên fermî ji Sûrîyayê vekişînin û pêvajoya Amerîkî ya perçiqandinê berdewam bikin.

Diplomasîyekî payebilind ê Waşontonê şeva Çarşemê gihaşt Qahîrayê di dirêjtirîn geşteya xwe de ji çaxa destpêkirina karê xwe, sala par, û heta aniha ew çûye Urdin, Bexda û Hewlêrê.

Herwiha geşta Pompeo dê li dewletên Kendavê raweste, û ew dê biçe Îmarat, Behrên, Qeter û Siûdîyê.

Çaxa ew gihaşt Mesrê, Wezareta Derve Misir weke "hevkarekî mayînde di şerê li dijî terorê de, û dengekî wêrek li dijî îdyolojîyîn Îslamî yên tundrew, ên ku terorê xwedî dikin," wesif kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500