Nûçeyên Iraqê

Kazexistan dibêje bi dehan "rehîne" ji Sûrîyayê tên derxistin

Kazexistan roja Çarşemê (9ê Kanûna Duyem) got ku bi dehan welatîyên wê, di nav de zarok, ji Sûrîyayê hatin derxistin piştî ku ew weke "rehîne" li welat hatibûn girtin, AFP ragihand.

Bi sedan Kazexistanî ji welatê xwe derket da ku tevlî komên çekdar li Sûrîyayê bibin ji 2011an ve, li gorî ajansên ewlehîyê yên Kazexistanê.

"Di 6ê Kanûna Duyem a vê salê de...47 welatîyên Kazexistnî di nav de 30 zarok, ji Sûrîyayê hatin derxistin," serokê Kazexistanê Nûrsiltan Nezarbayîv got.

Nezarbayîv anî ziman ku "ew bo çûyîna vî welatî di vê alozîyê de hatin xapandin ku ji hêla terorîstan ve bûn rehîne."

"Em dê karê xwe berdewam bikin da ku zarokên ku ne bi qîm û reza xwe (hatin birin) bo deverên şer, wî got bêyî tu hûrgulîyên operasyonê ragihîne.

Di 2014an de, desthilatan bertek li dijî vîdyoyeke propogandî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nîşan da ku tê de perwerdekirina zarokên leşker ên Kazexistanî xuya dikir di rêya qedexekirina torên ragihandinê ku dîmen parve kiribûn.

Kazexistan rêzedanûstandinin debarê Sûrîyayê de li dar xist di rêya Rûsîya, Îran û Turkîyayê re ji destpêka 2017an ve.

Danûstandin danûstanderin ji rejîma Sûrî û komên opozîsyonê yên çekdar hindirand lê belê ne komine çekdar weke DAIŞê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500