Nûçeyên Iraqê

Pompeo bi berpirsine Îraqî re dicive di serdaneke ne eşkere de bo Bexdayê

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mayk Pompeo bi berpirsine Îraqî re civîya di serdaneke suprîz de bo Bexdayê roja Çareşemê (9ê Kanûna Duyem), AFP ragihand.

Li Bexdayê, Pompeo bi gelek berpirsên payebilind re civîya, di nav de Serokwezîr Adil Ebdul mehdî û serok Berhem Salih.

Pompeo pirsên derbarê planên vekişîna Amerîkayê de ji rojnamegeran pirsî, lê Salih bersiv da ku Bexda ji Waşontonê dixwaze ku bimîne.

Wî got "em dê gerekdarî piştgirîya Amerîkayê bibin, herwiha "memnûntîya xwe ji piştgirîya ِِِAmerîkayê ya du salan," anî ziman.

Salih dîyar kir ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di milê leşkerî de têk çûye, lê misyon hîn bi dawî nebûye."

Pompeo li Rojhilata Navîn bû daku alîgiran han bide ku li dijî "gefên girîng" bi helwest bin, gefên ku Îran û DAIŞ çêdikin.

Ew ji Amanê hat Bexdayê û herwiha gerek serdana Qahîra, Menama, Ebû Debî, Doha, Rîyad, Mesqet û bajarê Kuwêtê bike, ev jî dê dirêjtirîn geşt be ji çaxa ku wî sala par dest bi kar kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500