Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke bi otombîleke bombebarkirî li parêzgeha Enbarê tê têkbirin

Polîsê Îraqî li parêzgeha Enabrê êrîşeke terorî ya bi otombîleke bombebarkirî li rojavayê Remadîyê têk bir, polîs roja Sêşemê (8ê Kanûna Duyem) ragihand.

Hêzên ewlekarîyê nehiştin kamyoneke bombebarkirî rêbendeke pişkinînê ya hevbeş di navbera artêş û polîs de li navçeya Kîlo 160 armanc bike, serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayîc ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku "kesê xwekuj hat gulekirin ji ber wî qebûl nekir raweste, tiştê hişt ku kamyon ji rê derkeve," û da zanîn jî ku teqemenî hatin bêbandorkirin, û lêpirsîn hat vekirin bo naskirina nasnameya kesê xwekuj.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500