Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: êrîşeke dijber ya DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê 32 kesan dikuje

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên berevanîya asêgeha xwe ya dawî li rojhilatê Sûrîyayê dikin sûd ji rewşa seqayê ya xirab wergirtin bo pêkanîna êrîşeke hewante û kujêner li dijî şervanên ku Kurd serkêşîya wan dikin, AFP Sêşemê (8ê Kanûna Duyem) ragihand.

Çekdarên DAIŞê nikarîbûn cihên wan êrîş girte ser wan bixin jêr kontrola xwe lê êrîş bû encama kuştina 23 endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û herwiha neh tundrewan.

Çekdarên DAIŞê sûd ji kêmdîtinê wergirtin di pêkanîna du êrîşên xwekujî de ser hêzên QSDê li dirêjahîya enîya pêşîn li navçeya newala Feratê derengî roja Yekşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îro Sêşemê got.

"Sî û du şervanên QSDê û neh çekdarên DAIŞê di şerê ku şevê hemûyî û sibeha roja Duşemê dirêj da hatin kuştin," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

"Sibeha roja Duşemê, QSDê êrîşek kir û hemû deverên ji dest wê çûbûn vegerandin," Rewangehê got.

"Ji ber hêza wê ya mirovî ya ji hal ketî, DAIŞê nikarî deverên wê êrîş girte ser wan li jêr kontrola xwe bihêle," Rewangehê daxuyand.

Ebdul Rehman got ku berevanîyên tundrewan li deverê hilweşiyane û dawîya şer nêzîk e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500