Nûçeyên Iraqê

Xwekujekî DAIŞê li Reqaya Sûrîyayê pênc kesan dikuje

Xwekujekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşî navendeke Kurdî kir li bajar Reqayê li bakurê Sûrîyayê îro Duşemê (7ê Kanûna Duyem), û çar kesên sivîl û şervanek kuştin, AFP ragihand.

Êrîşker xwe teqand piştî ew derbasî navenda ku ji alîyê Yekîneyên Parastîna Gel (YPG) ve tê birêvebirin bû, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Xwekujekî ku kemereke teqîner li xwe dikir xwe di hundirê navendeke YPG de teqand piştî wî gule barandin xaleke pêşkinînê li cem derbasgeha navendê," serokê Rewangehê Ramî Edul Rehman got.

Herî kêm çar sivîl û şervanekî YPG di êrîşê de hatin kuştin, li gorî serokê Rewangehê.

YPG marîpişta Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ye, QSD jî hevalbendeke Erebî- Kurdî, şer dike bo derkirina DAIŞê ji asêgeha wê ya dawî li Sûrîyayê.

DAIŞê berpirsyarîya êrîşê girte xwe di daxuyanîyekê de li ser Telegramê.

Bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, QSD di van hefteyên dawî de bi pêş ve çûye li dijî DAIŞê li asêgeha wê ya dawî li parêzgeha Dêra Zorê, li rojhilatê Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500