Nûçeyên Iraqê

6 kes ji ber fînansekirina DAIŞê li Sûrîyayê li Swêdê tên dadkirin

Şeş welatîyên Uzbekî û Qêrxistî ku li Swêdê dijîn li Stokholmê Duşemê (7ê Kanûna Duyem) hatin dadkirin bi tawana fînanskirina terorê li Sûrîyayê, ligel tawankirina sê ji wan bi pilankirina êrîşeke terorî li Swêdê, AFP ragihand.

Di roja yekem ya dadkirinê de bal hat kişandin ser angaşta ku her şeş zilaman pere ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re şandine bo fînansekirina operasyonên wê yên terorî li Sûrîyayê.

Li gorî dozgirîyê, zilamek ji wan, Akromyon Arxaşîf ji Pakistanê ye, yê 34 salî, dora 18,000 kron ($2,000) şandiye ji kesekî re li Turkîyayê, ku wî jî ji du piştgirîyên DAIŞê re li Sûrîyayê şandiye.

Dozgirîyê peyamên şîfrekirî yên di bernameyên mobaylan de û belgeyên hesab weke delîlekî pêşkêş kirin.

Dadkirin li dadgeheke Stokholmê ya taybet a pir ewlekirî hat lidarxistin, ku kesên tawanbar li paş dîwarekî camî ku gule tê re derbas nabe rûniştî bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500