Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşartgeheke çekan li rojhilatê Felûcayê dibînin

Veşartgeheke ku 88 bombeyên bidestçêkirî dihewîne hat dîtin li Kermayê, li rojhilatê Felûcayê, û bi temamî hat wêrankirin, Wezareta Berevanîya Îraqê roja Înê (4ê Kanûna Duyem) got.

"Artêşê dest danî ser veşartgeheke çakan û bombeyên bidestçêkirî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Elbû Xenferê li Kermayê," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

"Di veşartgehê de 88 bombeyên bidestçêkirî, û herwiha gelek teqemenî û çek hebûn, û ew bi awayekî ewle ji alîyê yekîneyên endazyarî yên artêşa Îraqê hatin wêrankirin," wî got.

"Operasyonên lêgerînê li deverên gundewarî bi pêş ve diçin bi saya hevkarîya niştecîyên xwecihî li wê deverê," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500