Nûçeyên Iraqê

Lehîyên baranê kampên penaberan li bakurê Sûrîyayê li ber xwe dibin

Rêxistinên hawarçûnê gotin ku barana gelek bi sedan kon li ber xwe birin li kampên ku bêwarên Sûrî li bakurê Sûrî himbêz dikin, AFP Înê (28ê Kanûna Yekem) ragihand.

Roja Çarşemê "bi sedan kon li ber lehîyê çûn li Atme, Dana, Sermeda û Qahê li gundewarê bakurî yê Idlibê", Hevgirtina Rêxistinên Hawarçûnê û Guhlêdana Nûjdarî Pêncşemê di daxuyanîyekê de got.

"Lîhîya gelek stargeh û embarên xwarin û avê wêran kirin," daxuyanîyê got.

Li kampa Omer li Atmeyê, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, lehîyên du rojên baranbarîna gelek konên plastîk li ber xwe birin û çolên li derdorê bûn avjenîgehên çiravê.

Şênîyan got ku tofanê tiştên wan ên ji berê ve kêm têk birin, di nav de livînên xewê, û tiştek ji wan re nema di demekê de ku pila germahîyê li jêr sifir e.

"Lehî derbasî konê me bû û avê doşek û betanîyên me li ber xwe birin," dîya Adî, jinbîya dîya çar zarokan, a ku ji ber şerê heft salî li kampa Omer penaber bûye wiha got.

"Her tişt li ber lehîyê çû. Tiştekî me nemaye."

Bi deh hezaran penaberên Sûrî li bakurê welat li ber serma zivistanê debara xwe ya jîyanê bi alîkarîyên rêxistinên mirovî yên hawarçûnê dikin.

Hevgirtina Rêxistinên Hawarçûnê û Guhlêdana Nûjdarî bang li civaka navdewletî û ajansên hawarçûnê kirin "ku temwîlên tengavî pêşkêş bikin" bo alîkarîkirina kesên ji lehîyan ziyandar in.

Hevgirtinê got ku xebatkarên warê mirovî hewl didin ku hewcedarîyên penaberan binirxînin û alîkarîya xwarinê dabîn bikin ji wan kesên ku ziyan ji keşûhewaya xerab dîtine.

Hevgirtinê daxuyand ku bêwarên Sûrî li kampên li bakurê welat, ên ku li ber lehîyê çûne, bi hewcedarî "stargeh, pêdivîyên xwegermkirinê, cih, av û xwarinê ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500