Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqê hewldaneke derbasbûna DAIŞê ji alîyê Sûrîyayê têk dibe

Hêzên Îraqî hewldaneke nû ya derbasbûna bi dizî ji alîyê Sûrîyayê bo parêzgeha Enbarê ji alîyê komeke tundrew ve têk birin, Fermandarîya Operasyonên Badîya û Cezîrê Înê (28ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Artêş û hêzên pasevanên sînor sibeha Înê erîşa komeke terorîst vegerandin, koma ku hewl dida ji Ebû Kemala Sûrîyayê derbasî Qayimê li parêzgeha Enbarê bibe," peyvdarê fermandarîyê eqîd Ebdul Selam Obêdî ji Diyaruna re eşkere kir.

Obêdî got ku "hêzên me bi çeteyan re pevçûn, du ji wan kuştin û hiştin ku kesên mayî dîsa vegerin Sûrîyayê," û da zanîn jî ku dest li ser çekan hat danîn di operasyonê de.

Obêdî anî ziman ku lêpirsînên destpêkê teqez kirin ku yek ji kuştîyan milîtanekî bîyanî ye.

Obêdî dîyar kir ku "rêkarên ku li ser sînor pêk tên gihaştine astekê ku em dikarin teqez bikin ku bajarên sînorî bi temamî ji gefên DAIŞê, yên ji alîyê Sûrîyayê tên, ewle ne."

Hevdem li Enabrê, dest li ser workşopeke ku bo sazkirina mûşekan dihat bikaranîn hat danîn, Wezareta Beravanîyê Înê ragihand.

Wezaretê got ku hewlagirîya serbazî ya Firqeya 8ê ya artêşê û yekîneya hewalgirîya ya Lîwaya Pîyadê ya 32an, workşopeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê dîtin.

Daxuyanîyê got ku "dest li ser 13 mûşekên arestekirî, 13 bombeyên oksîcênî, sê mûşekavêj û du bermîlên 225 litrî yên mişt C-4 di hindirê workşopê de hat danîn."

Daxuyanîyê eşkere kir ku "ev heyber ji hêla yekîneyên endezyarîyê yên artêşê ve li devereke taybet ku ji wan tiştan re hatiye amadekirin hatin wêrankirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500