Nûçeyên Iraqê

8 serkirdeyên DAIŞê li Kerkûkê tên girtin

Hêzên Îraqî heşt serkirdeyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonekê de li Kerkûkê û derdora wê girtin, Wezareta Hundir a Îraqî Çarşemê (26ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Hêzên Ajansa Dijî Terorê û yekîneyên polîsê xwecihî operasyoneke ser asteke bilind li ser bingeha çavdêrîya berdewam pêk anîn, û di encamê de heşt terorîstên DAIŞê hatin girtin," peyvdarê wezaretê, lîwa Saed Maen di daxuyanîyekê de eşkere kir.

"Kesên girtî tên xwestin ji ber sûcên têkildarî terorê, û ew ji Felûcayê revîyan navenda Kerkûkê û derdora wê paş ew hat rizgarkirin," wî got.

"Wan hemûyan beşdarî di êrîşên terorî, êrîşên bi hawinan, bêwarkirina bi darê zorê û êrîşên li ser hêzên ewlekarîyê de kirine," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500