Desthilatdarîyên Îraqî 88 hisabên medyaya civakî yên komên terorîst girtin, Navenda Rojnamegerî ya Ewlekarîya Îraqî roja Sêşemê (25ê Kanîna Yekem) ragihand.
"Tîmeke teknîkî ji Birêveberîya Agahî û Teknolojîyayê ya girêdayî Ajansa Lêpirsînê û Hewalgirîya Federalî ya Wezareta Hundir 88 hisabên medyaya civakî yên komên terorî û yên ku reklamê ji îdîolojîyên wan ên tundrew dikin girtin," peyvdar lîwa Saed Maen di daxuyanîyekê de got.
"Herwiha ev hisab reklamê ji firoştina çekan li ser Facebook, Twitter and Instagramê dikin," wî got.