Nûçeyên Iraqê

DAIŞ berpirsyarîya xwe ji êrîşa kujêner a li Tel Efera Îraqê radighîne

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Sêşemê (25ê Kanaûna Yekem) berpirsyarîya êrîşeke bi otombîleke bombrêjkirî angaşt kir, êrîşa ku asêgeha rêxistinê li Tel Eferê, li bakurê Îraqê hejand û du kes kuştin, li gorî AFP.

"Otembîleke bombebarkirî li nêzî qehwexaneyekê li taxa Ras Cedayê li navenda Tel Eferê teqîya," Ebid Îlah Ebas berpirsekî bajarê ku dora 70 kîlometreyan li rojavayê Mûsilê ye, ragihand.

Ebas ji AFP re got ku di teqînê de "du sivîl hatin kuştin û 11 kesên din birîndar bûn."

Fermandarîya operasyonên hevbeş a Îraqî bîlançoya teqînê teqez kir.

DAIŞê berpirsîyarîya xwe ji êrîşê li ser Telegramê angaşt kir.

Ev yekem êrîş e ku li Tel Eferê pêk tê ji çaxa ku hêzên Îraqî bajar ji DAIŞê di Tebaxa 2017an rizgar kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500