Ajansa Parastina Zarokan ya NY (UNICEF) soz daye ku çend dibistanên seretayî û amadeyî dîsan ava bike, dibistanên ku li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn wêrankirin li parêzgeha Enbarê, şaredarê Rutbayê Îmad Dulêmî Înê (21ê Kanûna Yekem) ragihand.
"Bi hevkarî bi hikûmeta xwecihî ya Enbarê re, û di çarçoveya programeke berfireh a NY bo alîkarîkirina Îraqî di çaksazîkirina tiştê ku DAIŞê wêran kirine, UNICEF soz da ku çend dibistanan li Rutbayê û gundên derdora wê ava bike," wî daxuyand.
"NY xebatên mezin dike bo alîkarîkirina parêzgehê," wî wiha got û da zanîn ku rêxistinên alîkarîyê yên din di sektorên perwerde û tenduristîyê de dixebtin.
"Weke insiyatîvekê, UNICEF dê 10 dibistanên seretayî û amadeyî li Rutbayê nû bikin, ev yek jî dê rê bide 30,000 xwendekaran ku vegerin dibistanê di van her du mehên bên de," wî eşkere kir.
Ev nûçeyeke baş e.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT