Nûçeyên Iraqê

Amerîka hêzên xwe ji tevahîya Sûrîyayê vedikşîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump Pêncşemê (20 Kanûna Yekem) serkeftina li hember "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) li Sûrîyayê ragihand û ji nişkê ve ferman bi vekişandina hêzên xwe ji welat da, AFP ragihand.

"Em li dijî DAIŞê bi ser ketin," Trump di vîdoyaoyeke kurt de ku li ser Twitter hat weşandin got.

"Me li wan xist û bi dijwarî jî li wan xist. Me erd vegerand. Û niha dem hatiye ku hêzên me vegerin welatê xwe."

Berpirsekî Amerîkayê ji AFP re got ku biryara Trump ji roja Sêşemê ve hatiye standin.

"Vekişîna bi temamî, tê wateya li ser hemû astan," berpirs wiha pirseke derbarê vekişîna hêzan ji tevahîya Sûrîyayê bersivand.

Aniha, dora 2,000 hêzên Amêrîkayê li welat in, piranîya wan di xebatên perwerdekirin û hînkirinê de ne daku piştgirîyê bidin hêzên herêmî yên şerê DAIŞê dikin.

Hêzên Kurdî yên Sûrî yên ku Amêrîka piştevanîya wan dike Pêncşemê teqez kirin ku ew dê her li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê şer bikin.

"Şerê Hecînê berdewam e," Mistefa Balî, peyvdarê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), teqez kir dema ku wî qala enîya serek a li dijî DAIŞê li Newala Feratê kir.

Balî anî ziman ku "biryara Amêrîkayê tenê biryar e û hîna tu bandorê li rewşa li ser erdê nake."

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, şer Pêncşemê berdewam bû.

Brîtanya û Fransa roja Pêncşemê gotin ku ew hîna li ser helwesta xwe ne derbarê şerê li dijî DAIŞê li Sûrîyayê.

"Hevpeymanîya navdewletî li dijî DAIŞê pêşketineke mezin bi dest xist, lê hîna gelek tişt hene divê em bikin û herwiha divê em gefa ku ew çêdikin paşguh nekin," peyvdarê serokwezîra Brîtanî Têrêza Mey ragihand.

"Heta bêyî ered jî di destê wê de hebe, DAIŞ dê gefek bimîne."

"Em hîna pêbendî hevpeymanîya navdewletî û pêngava têkbirina DAIŞê û misogerkirina têkçûyîna wê ya bi temamî ne, herwiha em dê ligel hevparên xwe yên herêmî yên sereke li Sûrîyayê û li derveyî wê bixebitin.

"Ji xwe aniha em dê li Sûrîyayê bimînin," Wezîra Karûbarên Ewropî ya Fransî Natalî Luwîso ji televîzyona CNews re ragihand.

Wê got "rast e hevpeymanîyê pêşketinek baş li Sûrîyayê bi dest xist, lê ev şer berdewam e, û em dê berdewam bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500