Nûçeyên Iraqê

serkirdeyekî DAIŞê li Enabrê tê girtin

Sê kesên bergumanên bi terorê, di nav de endamekî bilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke serbazî ya berfireh de bi piştevanîya helîkopterên Îraqî li Enbarê hatin girtin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Pêncşemê (20ê Kanûna Yekem) ragihand.

Artêşê "Ebû Teleb, ku terorîstekî tirsnak e û gelek salan ligel DAIŞê xebitîye û tawanên pir metirsîdar pêk anîne, girt," lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.

Felahî dîyar kir ku operasyon li gelek deveran li rojava û başûr-rojavayê Remadîyê pêk hatin, û da zanîn jî ku çek û belge bi girtiîyan re hatin dîtin.

Wî daxuyand ku kesên gumanbar di dema borî de bi nasnamene sexte tevdigerîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500