Nûçeyên Iraqê

Goreke bi kom a DAIŞê li Kerkûkê tê dîtin

Polîsê Federal ê Îraqî îro Çarşemê (19ê Kanûna Yekem) goreke bi kom li Hewîcayê, 55 kîlometran li başûr rojavayê bajarê Kerkûkê dît, polîs di daxuyanîyekê de ragihand.

"Di dema operasyonên lêgerînê de, hêzeke polîs goreke bi kom dît ku paşmahîyên laşên sivîline ku li ser destê 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) li Hewîcayê hatin kuştine dihundirîne," daxuyanîyê got.

Daxuyanîyê got ku hêzên ewlekarî dever dorpêç kirin û lêpirsînek vekirin, û da zanîn ku rêkarên yasayî yên pêwîst dê bên kirin bo naskirina nasnameya qurbanîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500