Nûçeyên Iraqê

Îraqîya li ser 3 wezaretan li hev kir, lê hîna her du wezaretên Hundir û Berevanîyê cihê nakokîyê ne

Parlemanê Îraqê postên sê wezîrên nû erê kirin Sêşemê (18ê Kanûna Yekem) berî dengdana li ser pênc postên mayî, û hîna nakokî li dor hinek wezaretên serekî berdewam in, AFP ragihand.

Rûniştinê karî hejmara wezîran bike 17, ku ew jî hejmara wezarên destnîşankirî ye di kabîna serokwezîr Adil Ebdul Mehdî de, ku ji 22 wezîran pêk tê. Her 14 postên din ji alîyê parleman ve di dawîya Cotmehê de hatin pesendkirin.

Wezîrê nû Yê Xwendina Bilind Qusey Suhêl, 53-salî ye, endamê bloka Dewleta Yasa ye bi serokatîya serokwezîrê berê Nûrî Malikî.

Wezîrê Pilandanê Nûrî Dulêmî, 51-salî ye, endamê Partîya Îslamî ya Îraqî ye, û Wezîrê Çandê Ebdulemîr Hemdanî, 51-salî ye û şûnwarzan e, ji alîyêmilîsa ser bi Îranê ve Esaib Ehil el-Heq tê piştevanîkirin.

Paş dengdana bi lez û bez, zagonsazan rûniştina xwe bo nîvroya Pêncşemê dereng xist.

Her du wezaretên Hundir û Bervanîyê di nava her pênc postên mayî yên girîng in, û ew astengîyên serekî ne di rêya pêkhatina kabîneya hikûmetê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500