Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 3 endamên jin ên DAIŞê li Hewîcayê digirin

Desthilatên Îraqî roja Duşemê (17ê Kanûna Yekem) ragihand ku sê endamên jin ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Hewîcayê girtin, Ajansa Nûçeyan a Îraqî ragihand.

"Hêzeke Ajansa Ewlekarîya Niştîmanî li parêzgeha Selahedînê sê milîtanên jin ên DAIŞê girtin, ku ew bo tawanên terorê ji hêla dadgeha Îraqî tên xwestin," Navenda Medyaya Ewlekarîyê di daxuyanîyekê de ragihand.

Daxuyanîyê got ku "hersê jin, yên weke gezokan li cem DAIŞê dixebitîn, bo desthilatên pêwendîdar hatin radestkirin daku ew rêkarên pêwîst derheqê wan de pêk bînin."

Di heyama dagirkerîya erdên Îraqê de, DAIŞê amrazeke nû ya êşkencekirinê "gezok" derbas kir, daku jinên ku qanûnên lixwekirina cilan binpê dikin êşkence bikin.

Ev gezok amrazeke kevin a êşkencekirinê ye, ku di serdemên navîn de diaht bikaranîn. Ew birînine kûr li ser laş dihêle ku rehetkirina wan pir zehmet e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500