Nûçeyên Iraqê

Amerîka mayîna Esed di serokatîya Sûrîyayê de dipejirîne, lê ew alîkarîyê nade

Amerîka Duşemê (17ê Kanûna Yekem) got ku ew êdî doza çûyîna serokê Sûrî Beşar Esed nake lê wê dîsan hişyarî da ku ew dê nûavkirinê fînanse neke eger rejîm bi "awayekî bingehîn neyê guhertin", AFP got.

James Jeffrey, şanderê taybet ê Amerîkayê li Sûrîyayê, got ku divê Esed ji ya xwe were xwar piştî ku wî nikarî serkeftinê bi dest bixe di şerê navxweyî yê hovane yê heft-salî de, û da zanîn ku dora 100,000 şervanên çekdara dijber li Sûrîyayê mane.

"Em dixwazin rejîmeke ji kokê de cuda bibînin. Ev ne guhertina rejîm e -- em hewl nadin ku Esed dûr bikin," Jeffrey di komcivîneke Encumena Atlantîk de, ku navendeke lêkolînan e û baregeha wê li Waşintonê ye, got.

Jeffrey got ku dora 300-400 milyar dolarî bo nûavakirina Sûrîyayê pêwîst e, û got ku dewletên Rojavayî û sazîyên darayî yên navdewletî dê tu fînansê nedin eger pêvajo neyên guhertin.

"Amadebûneke bihêz ji alîyê dewletên Rojavayî heye ku tu pereyan ji vê felaketê re terxan nekin eger em tênegihin ku hikûmet amade ye ku sazişê bike û dê tu belayên din di salê werin de çêneke," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500