Nûçeyên Iraqê

Nofekî nû yê penaberên Îraqî ji Turkîyayê vedigere

Nofekî nû ya penaberên Îraqî ji kampa Akda ya penaberan li Turkîyayê vegerîyan warên xwe, Wezareta Koçberî û Penaberîyê ya Îraqî roja Duşemê (17 Kanûna Yekem) ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got "bi hevahengîya bi Wezareta Veguhestinê, Navenda Hevbeş a Birêvebirina Alozîyan û hêzên ewlekarîya sînor ên li ser rêya Brahîm Xelîl re, komên Wezaretê roja Yekşemê 207 penaberên Îraqî ji kampa Akda ya penaberan li Turkîyayê vegerandin."

Daxuyanîyê got ku "vegera wan bo Îraqê di çarçoveya xebatên meyên bidawîkirina rewşa penaberîyê ya kesên bêwar bûn paş ku DAIŞ gelek herêmên li bakur û rojavayê Îraqê kontrol kirin tê."

Daxuyanîyê anî ziman ku komên Wezaretê yên meydanî xwarin û alavên pêwîst li penaberan belav kirin gava ew derbasî Îraqê bûn bi hevkarîya UNHCR.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500