Nûçeyên Iraqê

NY rê dide ku alîkarî saleke din jî bigihêjin Sûrîyayê

Encumena Ewlekarî ya NY roja Pêncşemê (13ê Kanûna Yekem) gihandina alîkarîyên mirovî bo Sûrîyayê, bo heyama salekê dirêj kir, AFP ragihand.

Ev gav hat tevî dudilîya Rûsîyayê, ku wê bang bo gihandina alîkarîyan bi tenê bo heyama şeş mehan kir.

NY, ligel piranîya endamên encumenê li ser dirêjkirina salekê êrê kir, ji ber ku ew dibîne Sûrîya pir gerekdarî pêdivîyên mirovî ye.

Bêhtirî 4.3 milyon kes gerekdarî alîkarîyan in li deverên ne li jêr destên rejîmê, li gorî NY.

Ev hejmar bêhtirî sê milyon kes dihindirîne, ku ew ji bilî operasyonên derbaskirina alîyarîyan di rêya sînor re, nikarin bigihêjin wan.

Rêdan dihêle rêxistinên mirovî derbasî sînor bibin bi mercê agahdarkirina rejîma Sûrîyayê.

Di dema danûstandinan de, cîgirê Balyozê Rûsîyayê Dimitrî Polyanskî got ku destekên alîkarîyê ji hêla komên çekdar tên desteserkirin li ser rêbendên kontrolê ku fêdeyke bi milyonan li opozîsyonê dabîn dike.

Amêrîka bawer dike ku tiştekî piştrastkirî, ku şûna van alîkarîyan bigire, tune ye, û rejîm twanbar kir ku ew alîkarîyan bê wekhevî belav dike, li ser hesabê kesên ku ne ji Şamê ne, û di heyama şerê heşt salan de ne pir dilsoz in.

Biryara yekem a gihandina alîkarîyan di sînor re di sala 2014an de hat erêkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500