Nûçeyên Iraqê

Sûrîya leşkerberdaneke nû ya serbazên artêşê îlan dike

Artêşa Sûrîyayê roja Duşemê (10ê Kanûna Duyem) berdana zabitên ku ev pênc salan erkê leşkerîya neçarî îlan kir, ev gava duyem e di van mehên dawî de hevdem ku pevçûna di şerê navxweyî de kêm bûye, AFP ragihand.

Mersûm belavkirina mucened û leşkerên yedek ên payeya wan zabit bi dawî dike "ên ku dê pênc salan temam bikin" ji yekê Kanûna Duwem ya sala 2019an, ajansa nûçeyan a dewletê SANA ragihand.

Ev mersûmê dawî tê piştî artêşê meha gulanê ev mucened di sala 2010, sala berî ku şer dest pê bike, vegerandin malên wan.

Berî şer dest pê bike, mêrên ku temenê wan 18 salî bû ji an dihat xwestin ku di nav 18 mehan û du salan de erkê xweparastinê bikin, piştî vê demê dibû beşekî yedekmayînê.

Lê dema ku şer dest pê kir her kesê mucened bû di erkê xweparastinl de ma.

Artêşa ji sê sed hezar leşkerên hêzdar daket nêvî ji ber mirin, birîndarbûn û veqetandinê herwekî ku tundîyê welat ji hev xist.

Şer kêm bûye ji çaxa ku zincîreke destkeftîyên mezin di qada şer de hatine bidestxistin ji alîyê hêzên Serok Beşar Esed ve.

Hêzên rejîmê Şama paytext rizgar kir û heta asteke mezin çekdarên opozîsyonê li parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojavayê welat dorpêç kirin, cihê ku rêkeftineke zoneke veqetîner hewl dide ku tundî bimîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500