Nûçeyên Iraqê

Nadya Mûrad: Divê cîhan Êzidîyan biparêze

Çalakvana Êzidî Nadya Mûrad , ku rizgarbûyeke ji koletîya seksî ya "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) e, bang li civaka navdewletî kir ku alîkarîyê bike di azadkirina bi sedan jinên ku hîn li cem rêxistinê girtîne, ev yek jî di gotara xwe de ya wergirtina xelata Nobelê Duşemê (10ê Kanûna Yekem), AFP ragihand.

"Parastina Êzidîyan û hemû kêmnetewan li seranserê cîhanê erkeke dikeve ser milê civaka navdewletî," Nadya Mûrad merasîma li wergirtina Nobelê li Osloyê got.

Nadyaya 25 salî xelat bi doktorê Kanadî yê bi navê Denis Mukwîc re parve dike, doktorê ku ev bêhtirî 20 salan ku ew zîyaynên ku gihaştine jinê li rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk ku şer ew ji hev xistiye derman dike.

Seroka komîteya Nobelê Bêrêt Rays Andirsin got "îroj ev herdu kes ji xurttirîn dengên cîhanê ne."

Andirsin got "berxwedanîya bo dadê ew li hev civandine, tevî cudahîya paşxanên wan."

Mûrad girîya gava Rays Andirsin behsa êşkişandina xelkên Êzidî kir.

Nadya di 2015an de hat girtin û bi darê zorê hat şûkirin, herwiha rastî êşkencekirin û hingavtina bi kom hat berî ku ew karibe bireve.

Nadya di gotara xwe ya pejirandinê de roja Duşemê got ku bi hezaran jin û keç li civaka wê rastî revandin, tecawiz û hingavtin û firoştinê hatine "di sedsala 21an de, di serdema cîhangêrîyê û mafên mirovan de."

Heta niha çarenûsa dora 3,000 jin û keçan ne dîyar e.

Wê diyar kir ku "keçên piçûk ên nûhatî rojane tên girtin, kirîn û firoştin û herwiha hingavtin. Li hember vê yekê pozê serokên 195 dewletên li seranserê cîhanê naşewite ku van keçan rizgar bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500