Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî dibêje dîyarkirina çarenûsa çekdarên biyanî yên li Sûrîyayê girtî ne ji her dewletê tê xwestin

Çarenûsa 700 çekdarên biyanî yên li Sûrîyayê girtî ne di çarçoveya pêngava li dijî milîtanên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) de dê erkek li ser milê hemû dewletên wan be, wezîrê berevanîya Kanadayê roja Pêncşemê (6ê Kanûna Yekem) got.

Girtî di dest Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) de ne, yên ku deverên li bakur û rojhilatê Sûrîyayê ji DAIŞê standin di şerekî de ku bi mehan dirêj kir, bi piştevanîya balafirên hevpeymanîyê.

Kesên girtî ji 40 dewletî ne, li gorî Sekreterê Berevanîya Amêrîkayê Cêms Matîs.

"Divê her dewletek derbarê vê yekê de bi erkê xwe rabe," Hajirt Sajan got, piştî civîna endamên hevpeymanîyê li Çêlsîyê, li nêzî paytexta Kanadayê Otawa.

Sajan anî ziman ku gelek weberanîn bo misogerîya navendên girtina wan hat dayîn ku "bi pîvanên me re diguncin."

Dewletên hevpeymanîyê ji anîna welatîyên xwe yên li Sûrîyayê ditirsin ji ber zehmetîya komkirina belgeyan ji herêmeke şer û ji ber xetera ku vegera tundrewan girtîyên xwecihî radîkal bike.

Dewletên rojavayî dibêjin em dixwazin herêmê "seqamgîr" bikin bo rêgirtin li ber derketina DAIŞê û şerê li dijî propogandaya wê bidomînin û torên wê ji holê rakin. Armanc ji danûstandinên Pêncşemê teqezkirin li ser van pilanan bû.

Matîs got "hîna kar heye divê em pê ve rabin."

Civîna hevpeymanîyê wezîrên berevanîyê û nûnerên 13 dewletên mezin ên endamê Koma Girtî ya ku Australya, Brîtanya, Kanada, Almanya û Amêrîkayê dihundirîne anî ligel hev.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500