Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşeke bi otombêleke bomebarkirî li Felûcayê pûç dike

Hêzên Îraqî êrîşeke bi otombêleke bombebarkirî li Felûcayê roja Pêncşemê (6ê Berfanbarê) têk bir, ku ajokerê otombêlê dixwest derbasî bajarê Enbarê bibe ji alîyê dergeha wê ya rojavayî ve, polîsê Felûcayê ragihand.

Hêzên ewlekarîyê otomêleke ku dora 100 kîlo teqemenî bar dikir rewesatand ku zarokekî 14 salî diajot, peyvdarê polîsê Felûcayê muqedem Dîyaa Cumêlî wisa ji Diyaruna re got.

Cumêlî got ku ajoker hat girtin, da zanîn jî ku yekîneya endezîyarîya serbazî teqemenî bêbandor kir di rêya dûrxistina wê ji alava teqînê û rêmont kontrolê ku li tenişta yê ajoker hatibû danîn.

Wî got "tehqîq dibêjin 'Dewleta Îsalmî' (DAIŞ) li paş vê hewldana terorîst disekine."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500