Nûçeyên Iraqê

Tîmeke NY dê dest bi lêkolînê di tawanên DAIŞê de li Îraqê bike di destpêka 2019an de

Tîmeke NY ya ku berî salekê bi lêkolînkirina komelkuştina di derheqê Êzîdîyan de li Îraqê li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê destpêka salê bê dest bi kar bike, serokê şandeya lêkolînê Sêşemê (4ê Kanûna Yekem) eşkere kir.

Encumena Ewlekarî ya NY di Îlona 2017an de biryar da ku kesên berpirs ji tawanên cengê yên DAIŞê bîne pêş dadgehê -- pirsa kuhilgira Xelata Nobel bo Aştîyê, Nadîya Murad, berevanîyê lê dike.

Tîma, ku bi serokatîya parêzerê Brîtanî Kerîm Esed Ehmed Xan e, di Cotmehê de gihişte Bexdayê, lê ji wê demê de ew giranîyê dide hûrgilîyên teknîkî û îdarî bo zemînê ji pêkanîna lêkolînê re xweş bike, AFP ragihand.

Tîma lêkolînê aniha mijûl e bi berdewamkirina amadekarîyan li Îraqî bi hêvîya ku çalakîyên lêkolînî di destpêka 2019an de dest pê bikin," Ehmed Xan ji encumenê re, di yekemîn raporta xwe de, got.

"Destpêkirina çalakîyên lîkolînê pêbend e bi misogerkirina hevahengî, piştgirî û rastîya endamên civaka Îraqî," wî got.

NY komelkuştina li djî Êzîdîyan weke jînosaydeke payînkirî bi nav dike, û şopdarên rastîyê yên NY binpêkirinên di derheqê jin û keçan belgeh kirine.

Mûrad yek ji hezarên jinên Êzîdî bû, yên ku hat dîlkirin û weke koleyên cinsî nêzîkatî bi wan re hatin kirin, çaxê çekdarên DAIŞê herêma Şengalê di Tebaxa 2014an de dagir kirin.

Dê lêkolîner, delîl û belgeyên têkildarî tawanên cengê, tawanên li dijî mirovahîyê û jînosaydê kom bikin bo ew di dadgehên Îraqî de werin bikaranîn, li gorî biryara NY.

Amerîka ragihand ku ew dê 2 milyon dolar bide weke piştgirî ji karê tîma lêkolînê re, ya bi navê UNITAD, tîma lêkolînvanî ya NY bo hesabxwestinê têkildarî tawanên ku DAIŞê kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500