Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî operasyoneke nû li Hewîcayê dest pê dikin

Hêzên Îraqî operasyoneke ewlehî li Hewîcayê dest pê anî, 55 kîlometran li rojavayê Kerkûkê, bi armanca nehiştina paşmahîyên DAIŞê li deverên gundewarî yên navçeyê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî îro Sêşemê (4ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Hêzeke hevbeş a Artêşê û Polîsê Federal dest bi operasyoneke serbazî ya nû kir bo lêgerîna li gundên Merzûq, Arebda, Elî Sultan, Şelaka, Moraba, Tel Dehab, Qasemîya, û Ebû Sexir, û herwiha li deverên çandinîyê li derdora Hewîcayê," wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

Wezaretê dîyar kir ku du veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin dîtin û bi temamî hatin wêrankirin û sê bombeyên bidestçêkirî ji alîyê yekîneya antî- teqemenîyan ve hatin teqandin.

Wezaretê eşkere kir ku du tunêl li ser destê tîmên enzadyarî yên artêşa Îraqî hatine wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500