Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî fêrgehan careke din li Enbarê ava dike

Fermandarîya Operasyonên Enbarê Duşemê (3ê Kanûna Yekem) got ku wê jinûveavakirina fêrgehên ku di êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hatibûn wêrankirin temam kirine.

"Yekîneyên endazyarîyê yên artêşê hejmarek ji fêrgehên seretayî, navîn û amdeyî li Enbarê çaksaz kirin û ji nû ve ava kirin," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

"Lîwayên 30 û 40 yên Firqeya 10mîn fêrgehên Zaeter û Hedbayê çaksaz kirin û ji nû ve ava kirin, fêrgehên ku komên DAIŞê ew wêran kiribûn, û nehiştin ku derfeta zarokên me hebe ku van her çar salên dawî bixwînin," daxuyanîyê got.

Daxuyanîyê dîyar kir ku fêrgehên din li rojavayê Remadîyê -- fêrgeheke navendî û yeke seretayî -- careke din hatin vekirin, û ev yek li xweşîya niştecîyên xwecihî û mamostayan hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500