Nûçeyên Iraqê

NY: Hejmara qurbanîyê di Mijdarê de ya herî kêm e di her 6 salên dawî de

Îraqê meha borî got ku vê mehê kêmtirîn rêjeya qurbanîyan ji ber tundûtûjîyê hebûye ji 2012an ve, Misyona Alîkarîkirinê ya NY bo Îraqê Yekşemê (2yê Kanûna Yekem) ragihand.

"Dora 41 sivîlên Îraqî hatine kuştin û dora 73 kesan di kiryarên teororî, tundûtûjî û milmilanîya çekdar de birîndar bûne," Misyona Alîkarîkirinê ya NY bo Îraqê di daxuyanîyekê de ragihand.

Şanderê Taybet yê Sekreterê Giştî yê NY, Ján Kubiš, got ku berdewamkirina kuştinê "cihê daxê ye", lê got ku hejmara dawî ya herî kêm e ji dema ku Misyona Alîkarîkirinê ya NY bo Îraqê di Mijdara 2012an de dest bi berhevkirina amaran kiriye.

"Hejmar [tevî ku êrînî ne] pir êşbar in, ji ber jidestdayîna Îraqîyekî ji ber terorîzmê xesareke mezin e," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê, emîd Yehya Resûl wiha got.

"Baştirkirina rewşa ewlehî û jinavbirina çeteyên DAIŞê pirseke pir girîng e, lê omîda me ew e ku tu gorîyên bêrî û bêsûc bi destê DAIŞê neyên kuştin," wî ji Diyaruna re zelal kir.

"Em dê vê armancê bixin rastî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500