Nûçeyên Iraqê

Papa Fransiz mûmekê ji zarokên Sûrîyayê re vêdixe

Papa Fransiz mûmek li Vatîkanê roja Yekşemê (2yê Berfanbarê) bo qurbanîyên şer li her deverên cîhanê vêxist, bi taybetî bo zarokên Sûrîyayê, AFP ragihand.

"Hatina Pêxember Îsa dema hêvîyê ye. Aniha, hêvîya min ew e ku zarokên Sûrîyayê di aştîyê de bijîn, ên ku ji ber şerê ku heşt salan dewam kiriye, êş kişandine," wî piştî nimêjên firîşteyan got.

"Ez mûmekê bi gelek zarokên Sûrîyayê û kesên bawer li seranserî cîhanî ên ku mûmên xwe vêdixin re vêdixim," wî got. "Bila agirê hêvîyê tarîtîya şer vemirîne!"

"Hêvî dikim ku ev mûma hêvîyê bigihêje hemû qurbanîyên şer û pevçûnan li seranserî cîhan, ên nêz û dûr."

Destpêşxwerîya bi navê "Mûm bo aştîyê li Sûrîyayê" bi boneya kirîsmasê roja Yekşemê hat destpêkirin ji hêla Alîkarîya bo Kenîseyên Hewcedar, komeleyeke xêrdanê ya Kasolîk e.

Mûma dirêj ji hêla pîşesazekî xwecihî hat xemilandin ji taxa Bab Tûmayê ya Şamê û wêneyên dora 40 zarokî pê ve hatin hilawestin, piranîya wan ji Helebê ne.

UNICEF di meha borî de hişyar kir ku kêmbûna fînansê û bi derbasbûna zivistana sar dê nêzî milyoneke zarok, di nav de Sûrî, "di sermê de bimînin" û herwiha dê nexweşîyên dijwar ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xwe li wan bigire.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500