Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî dibêje wê serkirdeyekî DAIŞê yê serîyan jê dike girtiye

Hevpeymanîya navdewletî der barê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Duşemê (3yê Kanûna Yekem) de got ku wê serkirdeyekî tundrew kuşt ku têkildarî sêdarkirina karmendekî rizgarkirinê yê Amêrîkî û girtîne din ên Rojavayî ye, AFP ragihand.

Ebû Umran di Mijdara 2014an de bi serjêkirina Peter Kasîc tawanbarkirî bû, ku ew pasevanekî Amêrîkî yê berê bû ku di karekî mirovatî bi awayekî xwebexş de dixebitî gava di 2013an de hate girtin.

"Ew hat kuştin û agahîyên zêtedir dê piştî nirxandineke giştî werin peydakirin," peyvdarê hevpeymanîyê eqîd Şon Rîyan di daxuyanîyeke ku piştî êrîşên roja Yekşemê derket de got.

Rîyan got "Umeran ku ew metirsîyeke nêz bo hêzên hevpeymanîyê çêdike û ku destên wî di kuştina welatîyê Amêrîkî û pasevanê artêşê yê berê yê Amêrîkayê Peter Kasîc de heye, nîşanin dida."

Rîyan eşkere kir ku yê tundrew destên wî di sêdarkirina gelek girtîyan de hebû.

Di dema sêdarkirinê de, DAIŞ vîdyoyek ku serê Kasîc ê jêkirî tê de xuya dike, belav kir.

Kasîc di 2012an de rêxistineke mirovatîyê damezirand ku perwerde da dora 150 sivîlan daku alîkarîyên bijîşkî ji xelkê re pêşkêş bikin li Sûrîyayê. Koma wî herwiha xwarin, pêdivîyên xwarinê, cil û dermanên gerek jî peyda dikir. Wî navê Ebdul Rehman li xwe kir piştî kete ola Îslamê.

Sêdarkirina wî beşeke rêzeserjêkirinên tund ên kesên Rojavayî bû ku DAIŞê ev yek di rêya vîdyoyê re belge kir û weşand daku cîhanê şok bike di dema ku wê hewl dida desthilata xwe bêhtir di herêmê de berfireh bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500