Nûçeyên Iraqê

Rûsîya alîkarîyên NY bo deverên opozîsyona Sûrî dike armanc

Rûsîya roja Pêncşemê (29ê Mijdarê) doza guhertina rêkarên NY kir, rêkarên ku dixwazin alîkarîyên mirovî di rêya sînor re bigihîne bi milyonan kesên ku li deverên li jêr destên opozîsyonê dijîn, AFP ragihand.

Encumena Ewlekarî ya NY dê di hefteyên bên de biryarê bide ku ew dê destûrê nû bike yan na bo rêdayîn ji karwanên alîkarîyan ji Turkîya û Urdinê derbasî Sûrîyayê bibin, bêyî erêkirina hikumetê li Şamê.

Cîgirê balyozê Rûsî Dimirtî Polyanskî got ku destekên alîkarîyê bo van deveran hatin şandin û ew ji hêla komên çekdar hatin desteserkirin, bi kotekî li ser rêbendan hatin standin û komên çete ji vê yekê mehane $2 milyon qezec dikin.

"Rewşa Sûrîyayê li ser rûyê erdê hatiye guhertin û giring e ku ev yek bihêle otombêlên di sînor re derbas dibin bi rehetî derbas bibin," Polyanskî wiha ji encumenê re got.

Wî tu hûrgilî têkildarî nûkirinên di biryarê de yên ku Rûsîya berevanîyê ji wan dike eşkere nekirin.

Rûsîya par dengê xwe bo nûkirina bernameya alîkarîyan neda lê belê wê di encumenê de vîto bo qedexekirina alîkarîyan bi kar neanî.

NY teqez dike ku gihaştina alîkarîyan di rêya sînor re bo xelkên Sûrîyayê mîna demarê jîyanê ye yên li deverên li jêr destên opozîsyonê dijîn ji ber ku rejîma Sûrî lelene dijwar bo gihaştina wan alîkarîyan danîye.

Bêhtirî 13 milyon kesan li Sûrîyayê gerekdarî alîkarîyan in, û nêzî sê milyon Sûrî aîlkarîyan bi dest dixin, li gorî berpirsine NY.

Tê payîn ku encumen di Kanûna Yekem de deng li ser biryareke ku destekên alîkarîyê nû bike bide, ku di 10 Kanûna Duyem de dê bi dawî bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500