Nûçeyên Iraqê

NY hişyarîyê dide ku dibe êrîşên asmanî yên Rûsyayê li Idlibê agir berde "bermîla barûdê ya mezin"

NY îro Pêncşmê (29ê Mijdarê) eşkere kir ku ew ji ber êrîşên asmanî yên Rûsyayê yên nû li ser Idlibê nîgeran e, û wê hişyarî da ku êrîş dê bibe sedema vêxistina "bermîla barûdê ya mezin", AFP ragihand.

"Em ji van peresendinên nû nîgeran in," Jan Egeland, serokê Tîma Kar û barên Mirovî yên NY li Sûrîyayê, ji nûçegihênan re got.

Agirbesta ku ev deh hefteyan heye li hemanekê ye, ji ber êrîşa kîmawî ya tê angaştin li bajarê Helebê yê li jêr kontrola hikûmetê roja Şemîyê, ya ku bû sedema êrîşine tolhildanî.

Şert û mercên deqîq ên êrîşa li ser her sê taxên Helebê hîn şêlî ne û bi awayekî dijwar cihê nîqaşê ne.

Hikûmeta Sûrî derbarê êrîşê gazin ji çekdarên li Idlibê kir, êrîşa ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku 94 kes bo nexweşxaneyê hatin guhestin.

Di konferena xwe ya çapemenîyê ya dawî de berî ku istîfa bike roja Înê, Egeland pişrast kir ku eger êrîşeke kîmawî were teqezkirin,"ew tawaneke şer e".

Di heman demê de, wî zêdebûna alozîyan derbarê Idlibê û êrîşa asmanî ya yekem li deverê ji nîvê Îlonê ve weke rewşeke "gelekî xeternak" bi nav kir.

"Di van rojên dawî de hêrskirin û hêrskirinên dijber hebûn, bi hawin û narincokan davêtin hev... Me dît êrîş zêde li her dû alîyan hebûn," wî got, û hişyarî da "ev egera herî bed ya gengaz e li cihê herî bed ê gengaz."

"Bi rastî weke ku tu bi bermîleke barûdê ya mezin bilîze di nav sê milyon sivîl de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500