Nûçeyên Iraqê

Operasyoneke serbazî ya nû 3 deveran li rojhilatê Diyalayê armanc dike

Operasyoneke serbazî ya nû hatiye destpêkirin bo nehiştina şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li sê navçeyan li rojhilatê Diyalayê, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê îro Pêncşemê (29ê Mijdarê) ragihand.

Fermandarîyê di daxuyanîyekê de got ku Hêzên hevbeş ên Artêşê, Ajansa Dijî Terorîzmê, bi sergirtineke hewayî ji alîyê hêza asmanî ya Îraqî ve, operasyoneke "serbazî ya bi dîqet li ser du enîyan dest pê kirin bo nehiştina şanên DAIŞê li Qezleq, Seleb û gelîyên Hedîdê".

"Operasyon di çarçoveya stratejîya Fermandarîya Operasyonên Diyalayê ya bo bidawîkirina hebûna şanên DAIŞê li deverên ew ji wan berpirsyar e tê," daxuyanîyê dîyar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500