Nûçeyên Iraqê

Mucendkarê Nemsawî yê DAIŞê li Sûrîyayê tê zindankirin

Li jêr bandora zilamekî Nemsawî du hevjîn çûn Sûrîyayê daku tevlî "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) bibin, herneh zarokên xwe jî bi xwe re biribûn ku roja Çarşemê (28ê Mijdarê) heşt sal li wan hatin birîn, AFP ragihand.

Zilamê 38-salî ji ber tecnîdkirina ji DAIŞê re hat tawanbarkirin û Bulxarîyê 24-salî heft sal lê hat birîn çiku wî plana êrîşine terorîst dikirin.

Dozgeran got zilamê bi temen mezintir "roleke navendî ya îdyolojîk" di komeke olî ya tundrew de gerandîye û gelek kes dane qayîlkirin ku biçin Sûrîyayê û tevlî DAŞê bibin.

Dozgeran got ku li jêr bandora wî du dêûbavên herneh zarokên xwe birin Sûrîyayê hebûn. Ew vegerîyan Nemsayê û wan bixwe xwe tawanbar kir.

Zilamê ciwan yê roja Çarşemê hat dadgehkirin bixwe çûbû Sîrîyayê berî ku di 2015an de vegere.

Di sergirtinekê de ku derbasî mala wî bûn, flaşeke USB hat dîtin ku çawanîya bikaranîna teqemanî û çekên kîmawî dihindirand di nav de çawanîya teqandina tiştan di rêya mobaylan re.

Dora 300 kes yan ji Nemsayê derketin yan jî hatin sekinandin ku dixwestin biçin Sûrîyayê yan Îraqê bo tevlî şer bibin ji 2011an ve, li gorî wezareta hundir. 50 kes mirin û dora 100 kesên din vegerîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500