Nûçeyên Iraqê

Dadgeha Îraqî wezîrekî berê dad dike ji ber sûcên gendelîyê

Dadwerîya Îraqê îro Pêncşemê (29ê Mijdarê) cezaya heft sal zindan li wezîrê berê yê bazirganîyê û du berpirsyarên pileberz bê amadebûyîna wan birî ji ber sûcên gendelîyê, AFP ragihand.

Lêkolînvanên Komîteya Destpakîyê gotin ku her sê berpirs sûcdar in bi sextekarî û gendelîyê têkildarî girêbestên anîna birincê, û wan dora 14.3 milyon dolar ji malê giştî xesar kirine.

Komîteya Destpakîyê got ku biryar ji alîyê Dadgeha Taybet a Bexdayê bo Tawanên li dijî Destpakîyê hatiye derxistin û dîyar kir ku dadgeh "gihiştiye delîlên têrdar, û her yek ji hersê berpirsyaran bi heft sal zindan ceza kiriye".

Komîteyê destûr da bankan ku pereyên wan cemidandin.

Wê navên kesên ceza derheqê wan hatine derxistin eşkere nekirin, lê jêderekî ji Komîteya destpakîyê ji AFP re ragihand ku sûcdar wezîr berê Melas Ebdul Kerîm Kesnezanî û du berpirsyarên pileberz ên wezareta bazirganîyê ne.

Kesnezanî demeke kurt wezîrê bazirganîyê bû di hikûmeta berê de, bi serokatîya Heyder Ebadî, lê di Kanûna Yekem a sala 2015an de hatibû bidûrxistin ji ber binketina di kar de.

Di heman demê de, bi awayekî berfireh tê payîn ku ew revîyaye Emanê paş biryara girtina wî ji ber sûcên têkildarî gendelîyê.

Kesnezanî duyem wezîrê bazirganîyê ye ku rûbirûyê cezayê zindankirinê dimîne ji ber gendelîyê, bi tenê di sala par de.

Ebdul Felah Sûdanî, yê ku di vî payeyê de bû ji 2006an heta bi 2009an, ew jî bê amadebûna wî hatibû dadgehkirin ji ber gendelîya têkildarî dosya matryalên xwarinê.

Ew par ji alîyê Interpol ve li Lubnanê hatibû girtin, û paşê bo Bexdayê hat radestkirin û bi dora 21 sal zindan hat cezakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500