Sê veşartgehên jêrzemînî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin dîtin û çar milîtan hatin girtin di operasyoneke hevbeş ya polîs û artêşê de li Kerkûkê vê hefteyê, Fermandarîya Polîsê Kerkûkê Çarşemê (28ê Mijadarê) got.
"Sê tunêlên DAIŞê ku çek, teqemenî, xwarin û derman dihindirandin hatin dîtin li nêzî Dibisê li bakur-rojavayê Kerkûkê," eqîd Saed Lamî, cîgirê fermandarê yekîneya operasyonên taybet a Fermandarîya Polîsê Kerkûkê got.
Lamî ji Diyaruna re got ku tunêl hatin wêrankirin, û anî ziman jî ku çar milîtanên DAIŞê hatin dîtin li devereke nêzîk û di heman operasyonê de hatin girtin.