Nûçeyên Iraqê

Amerîkayê Rûsîya ji êrîşeke kîmawî ya angaştkirî li Sûrîyayê haydar dike

Pantegon roja Sêşemê (27ê Mijdarê) Rûsîya hişyar kir ku ew li dijî herêmaçekên kîmawî ya angaştkirî êrîşê pêk neyîne li bajarê Helebê ya li jêr destên rejîmê, AFP ragihand.

Rejîma Sûrî komên çekdar bi êrîşa "xaza jehrîn" a roja Şemîyê tawanbar kir ku di encamê de bi dehan kes binha wan bi zor dihat ber wan û herwiha Rûsîya bo pêkanîna êrîşên asmanî yên li dijî "komên terorîst" han da.

Şam bi awayekî fermî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) xwest ku tehqîqê di mijara êrîşa kîmawî ya angaştkirî de veke.

Pantegon got ku serokkomara Sîrîyayê Beşar Esed dibe hewl bide destwerdanê di devera êrîşê de bike û bo êrîşa li Idlibê rewa bike ku li jêr destên opozîsyonê û herwiha aniha li jêr lihevkirina agirbestê ya li bakurê Sûrîyayê ye.

"Giring e em teqez bibin ku rejîma Sûrî bo rawestandina agirbestê û êrîşbirina li ser Idlibê ne xwedî bihanene sexte ye," peyvdarê Pantegonê Fermandar Sean Robertson di daxuyanîyekê de got.

Robertson anî ziman "em Rûsîya bo destwerdana di devereke din a ku tê rayîn ew jî dvereke çekên kîmawî be hişyar dikin û em selametîya pisporên OPCW ji Rûsîyayê dixwazin daku em karibin tehqîqê di van angaştan de bi awayekî rast û adil bikin."

Rejîm û Rûsîya herdu "komên terorîst" tawanbar kir-- têgiheke ku Şam komên opozîsyonê û tundrewan pê nîşan dide-- bo êrîşa roja Şemîyê.

Robertson got "em dixwazin bilez devera angaştkirî were teftîşkirin ji hêla peygerên navdewletî, ku bikarin di hevpeyvînan de bi kesên têkildar re azad bin û herwiha karibin belgeyan bêyî tu astengî kom bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500