Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 6 milîtanan li nêzî sînorên Sûrîyayê digirin

Hêzên Îraqî şeş kesên xwestî girtin ku tê payîn ew terorîst bin û çekine cihêreng di operasyoneke berfireh de desteser kirin li deverine li nêzî sînorên Sûrîyayê, fermandarîya polîsê Nînewayê Sêşemê (27ê Mijdarê) ragihand.

"Hêzên Îraqî yên hevbeş, di nav de polîs, artêş û hêzên Ajansa Dijî Teror, di çend saetên dawî de 26 vestên teqîner desteser kirin li rojavayê bajarê Mûsilê yê kevin," serokê polîsê Nînewayê emîd Hamid Namis Cibûrî wisa ji Diyaruna re got.

Herwekî wan veşartgeheke ku çek û cebirxaneyan dihindirîne, vedîtin li Rebîyayê li nêzî sînorên Sûrîyayê û şeş kesên xwestî ku tê payîn ew terorîst in girtin li Til Efer, Bac, û rexên Mûsilê û li nêzî Badûşê, Cibûrî got.

Cibûrî ragihand ku "kesên girtî bi tawanên terorîst ji bo DAIŞê tawanbarkirî ne."

Cibûrî eşkere kir ku "polîs û hêzên ewlekarîyê dixwazin operasyonên lêgerîn û êrîşkirinê berdewam bikin daku bêhtir êrîşên terorîst red bikin û hewldanên DAIŞê bo dîsan komkirina şanên xwe yên terorîst li parêzgehê têk bibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500