Nûçeyên Iraqê

Hejamara mirîyan li rojhilatê Sûrîyayê bilind dibe piştî êrîşeke mezin ji alîyê DAIŞê ve

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) derdê xisareke mezin kişand ji ber êrîşa "Dewleta Îslamî", herwekî tundrewan berdewam kirin û berevanîya asêgeha xwe ya Sûrî ya dawî kir, AFP îro Duşemê (26ê Mijdarê) ragihand.

Bêtirî 200 kesî hatin kuştin ji çaxa ku 500 çekdarên DAIŞê ji nav mêja ku li rojhilatê Sûrîyayê li nêzîkê sînorê bi Îraqê re derketin û êrîşa xwe ya kujer roja Înê cîbicî kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov got.

Li gorî Rewangehê, 92 ji mirîyan şervanên QSDê bûn. Herî kêm 61 tundrew û 51 sivîl, piranîya wan xizmên wan bûn ew jî di êrîşa tund de mirin.

Êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî alîkarî bi QSDê re kirin da ku cihên xwe vegerînin, cihên ku demeke kurt ji dest wan çûbûn.

Ramî Ebdil Rehman birêveberê Rewangehê got ku şervanên êlî yên xwecihî yên dijî DAIŞê alîkarî bi QSDê re kir da ku deverên roja Înê ji dest wan çûn vegerînin.

Tundrewan xwekujên bombekirî, komandoyên xwekuj û şanên razayî li gundewar derdora,asêgeha xwe li Hajînê bi kar anîn da ku ziyana herî mezin bigihînin, Rewangehê got.

Piranîya êrîşên wan ên vê dawî û êrîşên wan ên kujer weke encam ji ber rewşa hewayê hatin, rewşa ku nahêle hevpeymanîya navdewletî êrîşên asmanî bike.

Hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de roja Yekşemê got ku êrîşên wê yên asmanî sînorkirî bûn ji ber rewşa hewayê.

"Ev hejmara herî mezin e ya şervanên QSD ku (ji alîyê DAIŞê ve) tê kuştin di şerekî tenê de ji çaxa ku di sala 2015an de hatiye damezrandinin", birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Ev mirîyên dawî hişt ku hejmara şervanên QSDê yên ji çaxa ku êrîşa ser devera Hejînê di 10ê Îlonê de dest pê kiriye bigihe 452, wî got.

Rewangehê got ku hejmara mirîyan berdewam bilind dibû roja Yeşemê ji ber gelek laş dihatin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500